Li gelek deverên Tehranê teqîn çêbûn

Şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li dijî Îranê, kete roja xwe ya 24'an. Îranê, bi muşekan êrîşî balafirgehek li Erabistana Siûdiyê û Îsraîlê kir. Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdiyê ragiand ku wê 2 muşek û dronek bêbandor kirine. Artêşa Îsraîlê jî eşkere kir ku wan gelek muşekên Îranê bêbandor kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îran di bin êrîşên Amerîka û Îsraîlê de ye.

 

Hat ragihandin ku li Tehrana paytexta Îranê li pey hev dengê teqînên dijwar hatiye bihîstin.

 

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, teqîn li herêmên 1, 4, 11, 13 û 21'ê yên bajêr pêk hatine.

 

Li gorî agahiyên destpêkê, li herêma 1'ê li Rêbeja Şehîd Babayî û Kolana Şehîd Lengerî teqîn çêbûne.

 

Li herêma 4'mîn li dawiya Rêbeja Şehîd Babayî û derdora Qada Herawiyê teqîn pêk hatine.

 

Her wiha li herêma 11'an li Kolana Hafiz û Xaçerêya Cumhuriyetê dengê teqînan hatiye bihîstin.

 

Li herêma 13'an li Kolana Pîrozî û li herêma 21ê jî li derdora Germdereyê teqîn çêbûne.

 

Hat diyarkirin ku piştî teqînan, pergalên parastina asmanî yên li herêmê ketine dewrê.

 

Ji aliyê din ve, bajarê Kerecê ji aliyê balafirên şer ve hat armanckirin.

 

Li Urmiyeyê jî li avahiyeke sivîlan hat xistin.

 

Hat tomarkirin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li wê avahiyê didomin.

 

Supayên Pasdarên Şoreşa Îslamî a Îranê operasyona 75'an ya "Soza Rasteqîn 4" ragihand.

 

Di vê çarçoveyê de, wan bargehên Amerîkî lê dijî kirine hedef.

 

Yek ji wan jî bi mûşekên balîstîk, baregeha hewayî ya Mîr Sultan li El Xercê a li Erebistana Siûdiyê ku hêzên Amerîkî lê hene, hate bombebarankirin.

 

 

Serê vê sibê, Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî ragihnad ku wan 2 moşek û dronek bê bêbandor kirin e.

 

 

Artêşa Îsraîlê: Me gelek moşekên Îranê anîn xwarê

 

 

Ji aliyê xwe ve, artêşa Îsraîlê ragihand ku ew moşekên ku ji Îranê ber bi Îsraîlê ve hatine, bêbandor kirin.

 

Ev şerê Îsraîl-Amerîka dikeve hefteya xwe ya 4'emîn.

 

Şerê heyî gelek bandor bi xwe re anî.

 

Her çiqas aliyên navneteweyî dibêjin ku dibe şer di navbera Îran û Îsraîlê de sînordar nemîne.

 

Bi zelalî, dibe ku welatên Kendavê û baregehên Amerîkayê yên li herêmê bibin armancên berfirehtir.

 

Bangên ji bo çareseriya dîplomatîk tên kirin lê liv û tevgereke leşkerî ya zêde hemû bangan vala derdixin.

 

Tê pêşbînîkirin ku şer derbasî qonaxeke nû û dijwartir bibe.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye