Peyama Newrozê: Azadiya Abdullah Ocalan, avêtina gavên qanûnî

Li Bakûrê Kurdistanê pîrozbahiyên Newroza 2026'an berdewam dikin. Di pîrozbahiyên newrozê de peyamên girîng ê siyasî derdikevin pêş. Di Cejna Newrozê de daxwazên azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan,avîtina gavên hiqûqî û siyasî ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê hate kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê Newroza 2026'an bi dirûşmeya "Newroza Azadî û Demokrasiyê" û "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" tê lidarxistin û bi milyonan kes qadên newrozê tijekirin.

 

Bi milyonan kesî li gel polîtîkayên êriş, provokasyon û qedexeyan jî agirê Newrozê îsal bi coşeke hîn mezintir geş kirin û ji qadan israra gelê Kurd a li ser aştî û azadiyê careke din derket holê.

 

Yekîtiya neteweyî, rakirina tecrîdê, berdana girtiyan, avêtina gavên hiqûqî têkildarî pêvajoyê û hêviyên gelê Kurd ên ji bo aştiyê di pîrozbahiyê de mijarên li pêş bûn.

 

Bi axaftin û dirûşman daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û pêkhatina azadiya wî hate kirin.

 

Welatiyan, li gel daxwaza azadiyê her wiha israra xwe ya di mijara aştiyê de jî destnîşan kirin.

 

Tevî gel, siyasetmedarên ku li pîrozbahiyê axivîn bal kişandin ser daxwaza statuyê ya gelê Kurd û ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin.

 

Her wiha îşaret bi girîngiya pêvajoyê hate kirin.

 

 

Daxwaza sereke: Yekîtiya netewî û entegrasyona demokratîk

 

 

Di peyaman de hat diyarkirin ku li Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakur divê bi entegrasyona demokratîk yekitiya neteweyî pêk bê.

 

Bi taybet di qadên newrozê de peyamên li ser pêvajoya ku li Tirkiyê dimeşe jî derketin pêş.

 

Siyasetmedaran destnîşankirin ku êdî dema mijûlbûnê nîne divê gavên pratîkî bên avêtin.

 

Bang li desthilata Tirkiyê hate kirin, divê gavên şênber biavêjin û bingeheke qanûnî bê danîn.

 

Hate gotin ku divê herkes berpirsyartiya ku dikeve ser milê xwe pêk bîne.

 

Bi taybet piştî cejna newrozê herkes li bêndê ye ku ji aliyê desthilata dewleta Tirkiyê gavên qanûnî bên avêtin.

 

 

Erdogan: Heyama pêş wê di aliyê qanûnî de gav bên avêtin

 

 

Tê payîn ku pêvajoya guhertinên qanûnî hefteya bê dest pê bike. Tê diyarkirin ku dibe ku Serokê Meclîsa Tirkiyê Numan Kurtulmuş vê hefteyê dest bi têkiliyê bi koordînatorên komên partiyên siyasî yên komîsyonê re bike.

 

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di peyamên xwe yên cejnê de peyamên ku behsa pêvajo û gavên yasayî dikin jî bi kar anîn.

 

Erdogan got, "Rapora ku ji hêla Komîsyona Biratî, Demokrasiyê û Hevgirtina Neteweyî ve bi piştgiriya hemî komên partiyên siyasî hatî pejirandin, nexşerêyek berfireh pêşkêş dike.

 

Ez bawer dikim ku di heyama pêş de aliyên qanûnî yên pêvajoyê dê bi aqilê selîm di bin banê Meclîsa me ya Mezin a Neteweyî de werin nîqaş kirin.

 

Gavên ji bo hilweşandina rêxistinê jî dê bêyî derengmayînê werin avêtin."

 

 

Bahçelî: Piştî cejnê wê gavên girîng bên avêtin

 

 

Bahçelî jî piştî serdana gora Alparslan Turkeş got:

 

"Serdema piştî cejnê dê bibe demek ku xizmet û gavên girîng di avakirina Tirkiyeyek nû û bihêz de werin avêtin.

 

Ez hêvî dikim ku partiyên ku di Parlamentoyê de temsîl dibin, bi xebata xwe ya berhemdar û bibandor, ji bo çareserkirina hemî pirsgirêkên Tirkiyê lihevkirinek û yekîtîyek fikrî bi dest bixin."

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye