Li parêzgeha Dêra Zorê ji ber nebûna piran li ser çemê Feratê, hin alternatîfên herêmî hatine çêkirin.
Ew jî qeyikên çargoşe ne û dikarin barên giran hilgirin.
Xelkên Dêra Zorê ji bo derbaskirina erebeyan di çem re, ev qeyikên çargoşe saz kirine.
Beriya çend rojan jî, dewleta Tirkiyê pireke leşkerî li ser çemê Feratê yê li Dêra Zorê danîbû.
Şevê din, qeyikeke çargoşe ku nêzîkî 30 welatî hildigirtin, li vê pira nû qelibî.
Ji ber vê rûdanê, hemû sivîlên li ser vê qeyikê binav bûn.
Piştî bûyerê, Tîmên Parastina Sivîl a Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û xelkên derdorê destwerdan kirin.
Parastina Sivîl eşkere kir ku di encamê de, 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî hatin rizgarkirin.
Li rex vê jî, gelek kes winda ne û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.