Li gorî nûçeya Ajansa Welat, wê li Efrînê jî lîwayek ku ji şervanên Kurd ên Efrînî pêk tê, were avakirin.
Ev lîwa wê girêdayî îdareya Helebê be.
Mazlûm Ebdî li Şamê bi daxuyaniyeke çapemeniyê fesixkirina Hêzên Sûriya Demoratîk QSD'ê ragihand.
Rojava û Şamê li ser 4 lîwayan li hev kir ku şervanê berê yê QSD'ê dihewînin.
Ev demek bû ku avakirina lîwayekê li Efrînê jî di rojevê de ye.
Xelkên Efrînê piştî pêvajoya peymana 29'ê Çileyê dest pê kir, 8 sal şûnve vegeriyan warê xwe Efrînê.
Xelkên Efrînê yên vegeriyayî, dixwest ku di warê parastinê de hêzeke wan were sazkirin.