Rêjîma El-Baas di 8-12-2025an de, hilweşiya, li şûna wê hikûmeteke Veguhêz hat çêkirin, lê heya niha jî ti aramî li Sûriyê çênebûye.
Serokê hikûmeta Veguhêz Ehmed El-Şeri diyar kir ku piştî hilweşandina rêjîma Baas, Îsraîlê dît ku peymana1974an a di navbera Sûriyê û Îsraîlê de bidawî bûye, lê Hikûmeta Veguhêz pabendbûna xwe bi wê peymanê re nîşan dide.
Ehmed El-Şeri xuya kir ku Îsraîlê di demên berê de, dixwest Sûriyê perçe bike û wê bike qada şerê xwe yê bi Îranê re, lê hilweşîna rejîma Baas ew pilan vala derxist.
Piştî hatina Hikûmeta Veguhêz, hêzên Îsraîlê ketin herêma tamponê yê di navbera Sûriyê û Bilindahiyên Golanê û êrîşî hemû bargehên leşkerî kirin, da ku xeteriyê ji xwe dûr bixin.
El-Şeri anî ziman ku ew bi Îsraîlê re li ser peymaneke ewlehiyê dan û standinê dikin.
Berya demekê jî, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, ragihandibû ku ew li başûrê Sûriyeyê ji bo avakirina herêmeke bêçek gotûbêjan dikin.
"Rûsya di dema rûxandina rejîma Baas de bi rêkeftina me vekişiya"
Li aliyekî din jî, El-Şeri eşkere kir ku têkiliya hêzên wan bi Rûsyayê re hebûn û dema ku ew gihîştin Humsê, Rûs di çarçoveya rêkeftineke di navbera her du aliyan de, ji şer vekişiyan.
El-Şeri got ku hilweşîna rejîma Baas, hişt ku Îranî ji herêmê bêne derxistin, lê wî ev yek jî anî ziman ku qutbûna têkiliyên bi Îranê re, wê ne daîmî be.
El-Şeri: Divê hemû kesên ku neheqî kirine bêne cezakirin
Di derbarê bûyerên Siweydayê de, El-Şeri dest nîşan kir ku şaşî ji hemû aliyan ve hatin kirin, heta ji aliyê dewletê bi xwe ve jî şaşî derketine.
El-Şeri diyar kir ku hin welat û kesan hewldan van bûyeran ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin, da ku ajendayên xwe bixin nav Sûriyê, lê wî tekez kir ku Sûriye parçekirinê qebûl nake, Siweyda beşek girîng a civaka Sûriyê ye û divê hemû kesên ku neheqî û xeletî kirine bêne cezakirin