Amerîka û Îran di mijara Libnanê de daxuyaniyên cuda didin

Îranê eşkere kir ku beriya destpêkirina danûstandinên ku biryar e roja înê li Pakistanê werin lidarxistin, agirbest ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve, hate binpêkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalibaf roja çarşemê li ser hesabê xwe yê X`ê got ku sê xalên sereke yên pêşniyara agirbestê ya 10 xalî ya di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de, hatine binpêkirin.

Binpêkirinên ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve, hatine kirin, binpêkirina agirbesta li Libnanê, ketina dronekê nav qada hewayî ya Îranê, û înkarkirina mafê Îranê yê dewlemendkirina uranyûmê bûn.

Mihemed Baqir Qalibaf destnîşan kir ku ev yek jî, berî destpêkirina danûstandinên ku biryar e roja înê li Pakistanê werin lidarxistin, pêk hat.

Her wiha Pakistanê jî, diyarkiribû ku Libnan jî di nava xalên rêkeftinê yên agirbestê de hebû.

Lê Serokê Amerîkayê Donald Trump da zanîn ku Libnan di nava agirbestê de nîn e û got ku Tehran jî, vê yekê dizane.

Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ve jî hate weşandin, hatiye gotin ku "agirbesta du hefteyan Libnanê nagire nav xwe."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye