Şandeya Rêveberiya Xweser ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed, Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Xesan El Yûsif û Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El Mehbaşpêk tê.
Şandeya Hikûmeta Veguhêz jî, ji Ehmed El Şera û Esed El Şîbanî pêk tê.
Li gorî agahiyan, şandeyeke ji Koalîsyona Navneteweyî bi seroketiya Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê li Sûriyê Tom Barrack û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Amîral Brad Cooper jî, di civînê de amade bûn.