Pakistan û Qeter hewldanên dîplomasiyê di navbera Îran û DYA'yê de didomînin

Di nava aloziyên di dan û standinên Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de, medyayên Amerîkî dan xuyakirin ku Washington li ser destpêkirina êrîşên nû li ser Îranê difikire. Li aliyê din jî, Oman û Pakistanê jî, hewildanên doplomatîk didomînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di nava alozî û nepêşketinên di dan û standinên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de, Îslamabadê hewildanên xwe yên dîplomatîk di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de zêde dike.

Li gorî mediyayên dewleta Îranê, Serfermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munir roja înê li Tehranê bi Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re hevdîtin kir.

Hate ragihandin ku her du aliyan li ser destpêşxeriyên dîplomatîk ên dawî yên ji bo pêşîgirtina li aloziyên zêdetir û bidawîanîna li şer, nerînên xwe bi par ve kirin.

Ebas Eraqçî û Bedir Busaidi civiyan

Her wiha Omanê jî, wekî aliyekî navbeynkar di navbera Amerîka û Îranê de tevdigere.

Ajansa IRNA ya Îranî, eşkere kir ku Wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, îro bi hempîşeyê xwe yê Omanî Bedr Busaidi re civiya.

IRNAyê diyar kir ku her du aliyan, li ser pêşketinên herî dawî yên herêmî, pêvajoya dîplomatîk a berdewam û hewldanên ji bo pêşîgirtina li zêdebûna aloziyan û bidawîanîna li şer, nîqaş kirin.

"Amerîka difikire li dijî Îranê êrîşeke nû bide destpêkirin"

Ev yek di demekê de tê ku malpera nûçeyan a Amerîkî Axios û CBSê ragihandin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser destpêkirina êrîşên nû li ser Îranê difikire.

Her wiha heman çavkaniyan diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û hin berpirsan ji ber pêşbînîkirina êrîşên gengaz, bernameya xwe guhertin, da ku di dawiya vê hefteyê de li Washingtonê bimînin.

Ev yek jî, fikrên ji nû ve destpêkirina şer li dijî Îranê zêde dike.

Duh, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihandibûn ku dan û standinên wan di mijarên Uranyum û Tengava Hurmizê de asê mane.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye