Nunerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hikmet Îbrahîm li Bakurê Afrîkayê, beşdarî 12`mîn Kongreya Neteweyî ya Yekîtiya Sosyalîst a Hêzên Gel ên Fasê bû, ku êvara înê li bajarê Bouzniqayê destpê kir û dê du rojan berdewam bike.
Kongre bi dirûşma “Ji bo Pêşketina Fasê ya Aborî, Civakî û Sazûmanî” hat lidarxistin.
Nûnerên hikûmeta Fasê, nûnerên partiyên siyasî û şandeyên navneteweyî ji zêdetirî 30 partî û rêxistinên sosyalîst û pêşverû ji çar aliyên cîhanê tevlî kongreyê bûn.
Bi vê boneyê, Hikmet Îbrahîm ji bo xebatên kongreyê serkeftin xwest.