Jineke Êzidî ku hatibû rizgarkirin gihaşt Şengalê

Jineke Êzidî piştî dîlgirtina 12 salan û şûnde ku hatibû rizgarkirin, îro ji aliyê oldar, malbat û welatiyan ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Jina Êzidî ya bi navê Cemîla Bapîr ji sala 2014’an ve, di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Şengalê de, li gundê Qinê bi malbat û kesûkarên xwe re hatibû girtin.

Cemîla Bapîr dema ku hatibû girtin, 7 salî bû.

Cemîla 12 salan di bin zilm û zordariya çeteyên DAIŞ’ê de ma.

Dayik û hinek mirovên wê piştî girtinê bi çend salan tên azadkirin.

Di pêvajoya girtinê de, Cemîla li gelek bajarên Sûriyê dimîne û herî dawî li Idlibê tê azadkirin.

Cemîla piştî 12 salan vegeriya Şengalê .

Li ser rizgarkirina Cemîla, mamê wê ji Ajansa Rojnewsê re wiha got:

"Ji malbata me kesên ku hatibûn revandin hinek hatin azadkirin, lê bav û mamê Cemîla hê jî ti agahî li ser wan tune ye."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye