New York Tims: Îran cihê mayînên ku li Tengava Hurmizê çandine nizane

Rojnameya New York Timsê ragihand ku hin rayedaran ji wê re eşkere kirine ku dibe Îran cihê mayînên ku li Tengava Hurmizê çaindine nizanibe. Serokê Amerîkayê Donald Turmp jî, got ku Dewletên Yekbûyî yên Amerkayê cihên mayînên ku li Tengava Hurmizê hatine çandin dizane û hêzên wan ji bo paqijkirna vê tengavê ji mayînan amadekariyan dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rojnameya New York Timsê belav kir ku rayedarên Amerîkî dane xuyakirin ku Îran di vekirina Tengava Hurmizê de rastî zehmetiyên zêdetir tê.

Li gorî heman çavkaniyê ev yek jî ji ber ku ew nikare hemû mayînên deryayî yên ku di şerê dawî de danîbûn bibîne û wiha hate belavkirin:

“Wekî din, dibe ku hin ji wan di ber herikîna deryayê de çûne.”

New York Times balê dikişîne ser paradoksekê ku heta hêzên mezin ên wekî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî ku xwediyê keştîyên herî pêşketî yên nêçîrvaniya mayînan e, çavkaniyên wan nîn in ku di demeke rekord de paqijkirina rêyeke avê ya mezin û ne aram a wekî Tengava Hurmizê bi rê ve bibin.

Trump: Em cihê mayînên ku li Tengava Hurmizê hatine çandin dizanin

Her wiha di heman çarçoveyê de jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump di posteke li ser platforma xwe ya "Truth Social" de nivîsand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê cihê mayînên ku li Tengava Hurmizê hatine çandin, dizane.

Her wiha Trump da zanîn ku Washington li cîhanê xwediyê alavên herî pêşketî yên paqijkirina mayînan e û niha ji bo diyarkirina cihê mayînan dixebite.

Di 2ê adarê de, rayedarekî payebilind ê Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku rêya avê ya Tengava Hurmizê hatiye girtin û li gorî medyaya dewleta Îranê hişyarî da ku her keştîyek ku hewl bide derbas bibe, dê were armancgirtin.

Li gorî pisporan, paqijkirina mayînan li ser deryayê yek ji operasyonên leşkerî yên herî zehmet e.

Axios ji zarê rayedarekî Amerîkî veguhest ku çend keştiyên Amerîkî Tengava Hurmizê derbas kirine, lê televîzyona dewletê ya Îranê ev nûçe bi zarê rayedarekî leşkerî yê Îranî red kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye