Îran: Eger agirbest li Libnanê neyê bicihanîn em ê ji odeya danûstandnê derkevin

Televîzyona Îranê ragihand ku eger agirbest li başûrê Libnanê neyê bicihanîn, wê şandeya danûstandinan ji odeya danûstandinan derkeve. Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan di 24 demjmêrên borî de, zêdetirî 200 êrîşên asmanî li dijî hedefên Hizbullahê li Libnanê pêk anîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî Televîzyona Îranî, demeke berê şandeya beşdar di danûstandinan de, li Pakistanê piştrast kiriye ku eger "berjewendiyên gel û Komara Îslamî" neyên bidestxistin, ew ê ji danûstandinan derkevin.

Beriya vê yekê jî, Ajansa Nûçeyan a Tasnimê, ragihand ku danûstandin ji çarçoveyên giştî derketine û li ser hin mijaran gihîştine qonaxa nîqaşên teknîkî.

Di 24 demjimêrên borî de, Artêşa Îsraîlê zêdetirî 200 êrîşên asmanî li dijî hedefên Hizbullahê li Libnanê pêk anîne.

Hêza Hewayî ya Îsraîlê hedefgirtina binesaziya Hizbullahê berdewam dike.

Her wiha Îsraîl piştgiriya esmanî ji bo hêzên bejayî yên li başûrê Libnanê dixebitin peyda bike.

Di heman demê de Artêşa Îsraîlê hewl dide cihên avêtina roketan hedef bigire da ku êrîşên li dijî welatiyên Îsraîlê asteng bike.

Her wiha li gorî Kanala 12 a Îsraîlê ji îro sibehê ve nêzîkî 30 roket û 5 dron ber bi bakurê Îsraîlê ve hatine avêtin.

Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, roja Sêşemê li Wezareta Derve ya Amerîkî bi armanca nîqaşkirina agirbestê li Libnanê civîneke destpêkê wê were lidarxistin.

Her wiha Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî jî, eşkere kiribû ku şertê wan ê bingehîn di danûstandinan de, agirbesta li Libnanê ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye