Wezareta Tendirûstiya Libnanê di daxuyaniyekê de got ku hejmara kuştiyan ji 2 Adarê heya 11ê Nîsanê gihîştiye 2020 kesan.
Di nav wan de 85 karmendên tenduristiyê û 165 zarok hene û destnîşan kir ku hejmara birîndaran gihîştiye 6,436 kesan.
Di heman demê de Hizbullaha Libnanê danûstandinên bi Îsraîlê re red dike.
Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Naîm Qasim bang li rayedarên Libnanî kir ku dev ji tawîzên bê berdêl ji bo Îsraîlê berdin."
Her wiha Naîm Qasim di peyameke nivîskî de "berdewamiya berxwedanê" piştrast kir.
Di daxuyaniyekê de, Parlamenterê Hizbullahê Hesen Fedlallah got ku ev binpêkirineke eşkere ya Peymana Neteweyî, Destûr û qanûnên Libnanê ye û manîpulekirina çarenûs û pêşeroja welêt e.
Fedlallah wiha got: "Gelê me wê di hilbijartina xwe ya berxwedanê de ji bo parastina ax, hebûn, mafên xwe yên rewa û hevkariya xwe ya neteweyî bi israr bimîne.
Ew ê nehêlin ku kes destwerdanê li çarenûsa welatê wan û pêşeroja nifşên wan bike."
Berevajî vê, daxuyaniyek ji aliyê ofîsa Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun ve hat weşandin ku tê de hate diyarkirin ku duh di navbera balyozên Libnanî û Îsraîlê yên li Washingtonê de, bi amadebûna balyozê Amerîkî yê li Libnanê, telefonek pêk hat.
Di encamê de lihevkirineke pêşîn hat kirin ku wê roja Sêşemê li Wezareta Derve ya Amerîkayê civîneke destpêkê were lidarxistin, bi armanca nîqaşkirina agirbestê û destnîşankirina çarçove û bernameyeke ji bo danûstandinên potansiyel ên di navbera her du aliyan de di bin çavdêriya Amerîkayê de.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca hevdîtinan ew e ku rê li ber rawestandina şer û vekirina rêyeke danûstandinê di navbera Libnan û Îsraîlê de vekin, tevî nebûna têkiliyên dîplomatîk ên fermî di navbera her du welatan de.