Îro li bajarên Bakurê Kurdistanê yên weke Sêrt, Çewlik û Xarpêtê Newroz hate pîrozkirin.
Di pîrozbahiyên Newrozê de, axaftin hatine kirin û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin.
Yek jî qada pîrozbahiya Stenbolê bû.
Li Stenbolê, di bin dirûşmeya “Newroz Azadî û Yekîtiya Demokratîk e” bi coş û kelecaneke mezin Newroz hat pîrozkirin.
Bi sed hezaran kes bi reng, deng û xemla xwe beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Her wiha Koma Amed li Newroza Stenbolê derket ser dikê.
Pîrozbahiya Newroza azadî û yekîtiyê, li ber stranên Koma Amed bi coşeke mezin bi dawî bû.
Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê jî, bi beşdariya sed hezaran pîrozbahiya Newrozê bi coşeke mezin pêk hat.
Aheng îsal bi dirûşmeya "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" li Parka Newrozê ya li kêleka Keleha Wanê hat lidarxistin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî beşdar bû û axivî.
Tuncer Bakirhan wiha got:
"Ev pêvajo ji bo 86 milyonî ye.
Demokrasî ne tenê ji bo Kurdan e, lê ji bo her kesê ku li Tirkiyê dijî ye.
Bila dilê her kesî rehet be.
Ev pêvajo ne pêvajoyeke ku Tirkiyê parçe dike, berevajî wê, dê bibe pêvajoyeke ku Tirkiyê dike yek, dike bira û wekhev dike."
Di ahengê de, peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo Newrozê jî hate xwendin.
Her wiha Endama Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Bûldan ku beşdarî Newroza Êlihê bû û di şahiya Newrozê de axivî.
Pervîn Bûldan destnîşan kir ku divê Abdullah Ocalan di şert û mercên azad de bixebite û bang li dewleta Tirk kir ku divê gavên pratîk bên avêtin.
Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê, tevî barîna baranê jî bi hezaran kes ji bo pîrozkirina Newrozê li qadan hazir bûn.
Di pîrozbahiyê de peyama “yekîtiya neteweyî” û “azadiyê” derket pêş.
Bi taybet li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li bajarên Wan, Stenbol, Cizîra Botan, Edene, Mêrsîn, Riha, Dîlok, Êlih, Xarpêt, Çewlik, Sêrt û Îzmîrê bi sed hezaran kes li qadan in û Newroz pîroz kirin.
Peyamên sereke yên ku di pîrozbahiyan de derdiketin pêş, azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûn.