Deriyê Sînor ê Sêmalkayê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ye û ev biryar dê tevgera di navbera herêmê û derve de hêsantir bike.
Di heman demê de, xebatên avakirina Deriyê Sînor ê Qamişlo-Nisêbînê, di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de jî bi awayekî fermî dest pê kirine.
Serokê Desteya Giştî ya Derî û Gumrikê ya Sûriyê, Quteybe Bedewî, ragihand ku xebatên avakirina deriyê nû dest pê kirine û ev derî dê bibe deriyê bejayî yê heftemîn di navbera Sûriye û Tirkiyê de.
Li gorî Birêvebirê Pêwendiyan ê Desteya Giştî ya Deriyên Sînor û Gumrikê Mazin Eloş, ev derî dê bazirganî û aboriya herêmê, bi taybetî li parêzgeha Hesekê, piştgirî bike û derfetên nû ji bo veguhastina transît û navneteweyî ava bike.
Her wiha tê gotin ku vekirina deriyê Qamişlo-Nisêbînê dê rêyên dûr kurt bike û dema derbasbûnê kêm bike.
Di vê çarçoveyê de, alîkarê parêzgarê Hesekê, Ehmed Hîlalî û birêvebirê Deriyê Sêmalkayê, Hemûd Hemûd, serdaneke meydanî li cihê ku derî dê lê were avakirin pêk anîn da ku pêvajoya amadekariyê bişopînin.
Amadekariyên vekirina deriyê Nisêbîn û Qamişloyê tên kirin

Li aliyê Deriyê Sînor ê Qamişlo û Nisêbînê xebatên sererastkirinê dewam dikin.
Serokê Desteya Giştî ya Derî û Gumrikê ya Sûriyê Quteybe Bedewî li ser hesabê xwe yê Facebookê behsa xebatê vekirinê kir.
Quteybe Bedewî ragihand ku "bi awayekî fermî dest bi karê avakirina Deriyê Sînor ê Qamişlo û Nisêbînê hatiye kirin."
Bedewî da zanîn ku ev derî dê bibe deriyê 7'emîn di navbera Sûriye û Tirkiyê de.
Ev gav di çarçoveya planên berfireh de ye ku armanca wê nûjenkirina deriyan, hêsankirina tevgerê û kêmkirina dema derbasbûnê di navbera Sûriyê û welatên cîran de, pêk tê.