Li gorî Wezareta Derve ya Awusturalyayê, ev tedbîr piştî nirxandina dosyayên ku nîşan didan, Pasdarên Îranê li dijî hedefên cihûyan li Awustralyayê amadekariyên êrîşan dikirin, hatine girtin.
Di heman demê de, Awusturalyayê balyozê xwe ji Tehranê vekişand û karûbarên balyozxaneya xwe li Îranê rawestand.
Wezîrê Karên Navxweyî yê Awustralyayê Tony Burke diyar kir ku Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê pîvanên ji bo navnîşankirinê li gorî xala 110’an a Qanûna Cezayê bi cih aniye.
Burke di daxuyaniyekê de got:
"Destnîşankirina Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê di lîsteya terorê de bersiveke rasterast ji bo kiryarên şermezar ên Hikûmeta Îranê ye."