Li dijî Can Holdîngê operasyon

Ser Dozgeriya Komariya Kuçukçekmecê ya Stanbolê di çarçoveya lêpirsînê de li dijî Can Holdîngê Operasyoneke berfireh pêk anî. Di operasyonê de gelek Rêveber hatin binçavkirin û di nav de Zanîngeha Bîlgî,Televizyonên Show, Haberturk, Bloomberg HT û 121 Şirket hatin desteserkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ser Dozgeriya Komariya Kuçukçekmecê ya Stanbolê li hember Can Holdîngê operasyonek berfireh da despêkirin.

Di vê operasyonê de Rêveberên Can Holdîngê Mehmed Şakîr Can, Kemal Can û Serokê Komîteya rêvebir a Can Holdîngê Kenan Tekdag jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin. 

Can Holdîng bi îdea “Ava kirina rêxistin, Şelandin û diravê gemar” tê tawanbarkirin.

Li gorî raporên Komîteya lêkolînên tawanên Diravî (MASAK) lêpirsîn di derheqê Can Holdîngê de hatiye destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de di bin sêwana Can Holdîngê de hîn Şirketên ku çavkaniya wan ne diyar barekî zêde yê pere derbasî Holdîngê bûye, şirketê hewildaye perê ku ji şirketên cuda hatî şopên wan wenda bikin û bi fature û belgeyê sexte baca wan hatiye kêm kirin.

Heman wext di bin sêwana Holdîngê de di pêşengtiya Kemal Can û Mehmet Şakir Can şirketên cuda hatine ava kirin û mekanîzma ji bo şopandin û aliyê wê yê hiqûqî neyê dîtin di nav hev de berpirsyartî hatiye dabeşkirin û zehmet kirin.

 

MASAK: bi şelandina pispor û derveyî qanûnî hecmê bazirganiyê zêde kiriye

 

Li gorî rapora MASAK`ê ku agahiyên hatine Îspatkirin rêxistina tawan “Şelandina pispor,dizî bi qanûna bacê bi dahata derveyî qanûnî hecmê bazirganiyê fereh kiriye.

Di aliyê perwerdeyê, ragihandin, finans û sektorên wek enerjiyê de bi dahata şirketên cuda hêza xwe ya aborî zêde kiriye û xwestiye di raya giştî de rewabûnê bidest bixin.

 

Îsmaîl Saymaz: Zenda gûreşê di navbera desthilatdarî û Can Holdîngê heye

 

Li gorî Rojnamevan Îsmaîl Saymaz ev operasyona pêk hatî, di navbera Can Holdîng û Desthilatdariyê de zenda gûreşê ye.

Îsmaîl saymaz di nirxandinên xwe de eşkere kir ku Şirketê di dîroka 2020-2021 de 86 Milyar lîre ku çavkaniya wî ne diyar derbas kiriye û ev lêpirsîna bacê bi dem re vegeriya rêxistina tawanan.

Saymaz di nirxandinên xwe de da zanîn ku ji bo operasyon pêk were, li benda destûra siyasî bûn.

Operasyon bi sernivîsa “Li dijî Can Holdîngê TMSF`ê wek Kayum hat avêtin” bi rêya Haberturka di bin sêwana Can Holdîngê de hat ragihandin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24