Di derbarê îdiaya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê erebeyeke hêzên Ewlekariya Giştî ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê armanc girtiye daxuyaniyek hat dayîn.
Ji bo rewşa herî dawiyê Asayîşa Helebê daxuyanî da
Di daxuyaniyê de, Asayîşa Helebê îdiayên dibêjin ku wan erebeyeke hêzên Hikûmeta Veguhêz li nêzî taxa Eşrefiyê ya Helebê armanc girtiye, red kir.
Di dawiya daxuyaniyê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê banga hişyariyê li welatiyan kirin ku agahiyan ji çavkanî û daxuyaniyên fermî yên Asayîşê û yên saziyên fermî bi tenê bigirin.
Hêzên Hikûmeta Veguhêz rêya nû ya ku diçe şêxmeqsûd û eşrefiyê girt
Ji aliyekî din ve, komên çekdar ên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê rêya nû ya ku diçe taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê girt, berya vê carê jî, gelek rêyên taxê hatibûn girtin.
Beriya niha bi çend rojan, hêzên Hikûmeta Veguhêz bendên ji axê danîn ser rêya Yermûk li rojavayê taxa Şêxmeqsûd û çerxerêya Cendûl ku li bakurê taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye.
Duh êvarî jî, li ser rêya nêzî Nadî El Celaa jî, bendên axê danîn, vê yekê jî rêya çûn û hatinê li ber şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê girt.
Li van her du taxên Helebê karê hevbeş hatiye astengkirin
Li gorî peymana ku di 1’ê Nîsanê de di navbera Meclîsa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û nûnerên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de li Helebê hatiye îmzekirin, di vê peymanê de 7 xalên kontrolê yên hevbeş di navbera hêzên Hikûmetê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de li her du taxan li ser wan rêyên sereke hatine danîn.
Din navbera taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û taxên din ên Helebê 7 rêyên sereke hene ew jî ev in: (Çerxerêya Yermûk, çerxerêya Cendûl, rêya Hedîqa, çerxerêya Şîhan, Telia Eşrefiyê, El Ewarid û El Cezîra).
Lê ji ber ku hinek ji wan rêyan ji hêla hêzên Hikûmeta Veguhêz ve hatin girtin, êdî karê hevbeş li wan bendên kontrolê hatiye atsengkirin.