Li Şengalê wê konferansa jenosîd û entegrasyonê bê lidarxistin

Şengal xwe ji bo ‘Konferansa Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk‘ amade dike. Hevserokê Meclisa Gel a Şengalê Azad Hisên bang li Êzîdiyên her çar aliyên cîhanê kir ku bi hesteke berpirsyarane nêzîkî vê konferansê bibin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li Şengalê amadekariyên lidarxistina konferansekê tên kirin ku armanc dike rewş û daxwazên civaka Êzîdî piştî 12 salan ji fermanê binirxîne.

Konferans dê di 15’ê tîrmehê de li Geliyê Kersê yê Şengalê, bi dirûşmeya “Edaleta Veguhêz Wê Bibe Bingeha Entegrasyona Demokratîk“ pêk were.

Hevserokê Meclisa Gel a Şengalê Azad Hisên, têkildarî amadekarî û armancên vê konferansê axivî.

Azad Hisên diyar kir ku ev konferans gaveke pir girîng e û armanc dike ku bala cîhanê careke din bikişîne ser komkujiya ku li ser civaka Êzîdî hatiye pêkanîn.

Li gorî Hisên, dê di konferansê de kêmasî û geşedanên 12 salên borî bên nirxandin, daxwaz û mafên Êzîdiyan bên gotûbêjkirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan jî pêşnyar werin kirin.

Azad Hisên bang li hemû Êzîdiyên li hundir, derve û seranserî cîhanê kir ku bi hesteke berpirsyarane nêzîkî vê konferansê bibin.

Herî dawî Azad Hisên hêviya serkeftinê ji bo konferansê xwest.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye