Li Rojhilatê Kurdistanê, her ku diçe, krîza aborî kûrtir dibe.
Malnişînên li Îranê kom bûn û li dijî paşguhkirina daxwazên xwe nerazîbûn nîşan dan.
Malnişîn li çend bajarên Îranê ji bo daxwazên debara jiyanê meşiyan û li ber navenda parêzgarê Îsfehanê kom bûn.
Malnişînan daxwaza bicihanîna madeyên 96 û 111 ên zagona bîmên civakî kir.
Malnişînan her wiha xwest ku pirsgirêkên debara jiyanê û bijîşkî werin çareserkirin.
Ajansa ILNA’yê ragihand ku malnişînan daxwaza pêkanîna qanûnan, sererastkirina mûçeyan, dayîna mûçeyên ku nehatine dan û deynên hikûmetê yên ji bo bîmên civakî kirin.
Xwepêşanderan daxwaza berdana mamoste û karkerên girtî kirin.
Kampanyaya mamosteyan ji bo vegerandina mafên wan
Mamosteyên Îranî, di kampanyayekê de, ji serokê komîteya perwerdeyê ya parlamentoyê, wezîrê perwerdeyê û serokê Rêxistina Plankirin û Budceyê ev daxwaz kirin:
- Vegerandina yekser a mûçeyan li gorî enflasyona rastîn, bicihanîna tevahî û yekser a pergala dabeşkirinê û debeşkirinên taybet ên awarte.
- Pêwîstiya dabînkirina piştgiriya budceyî di dema dana perwerdeyan de û nûvekirina zanistî ya mamosteyan di dema betlaneyan de.
Li gorî ILNA’yê, kampanyayê heta niha 5635 îmze wergirtine û bal kişand ser pirsgirêkên debara jiyana mamosteyan.
Kêmbûna mûçeyên mamosteyan bûye sedem ku mamoste berê xwe bidin karên wekî din.
Li gorî wan, vê rewşê "rûmeta mamosteyan xera kiriye" û bandor li kalîteya pergala perwerdeyê jî kiriye.
Berdewamiya van xwepêşandanan nekarîna Îranê ya kontrolkirina pirsgirêkên aborî nîşan dide.