Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) Tulay Hatîmogullari li meclisa Tikiyê li ser geşedanên dawîn ên ku çêbûne, axivî.
Di meclisê de Tulay Hatîmogullari bal kişand li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û kuştina jinan a ku di demên dawîn de rûda ye.
Tulay Hatîmogullari der barê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de wiha axivî:
“Doza Kerboranê ya ku ji ber demboriyê hatiye betalkirin, bandorê li pêvajoyê jî dike.
Em zarok û ciwanên ku hatine qetilkirin ji bîr nakin.
Heta dawiyê em ê li dijî kesên bi awayekî faîl ne diyar têkoşîna xwe bidomînin.
Dayikên Aştiyê bi laçikên spî daxwaza çêkirina qanûnên aştiyê kir.
Weke DEM Partiyê jî, em ê têkoşîna aştiyê bidomînin.”
Tulay Hatîmogullari: Divê berpirsyar ji bo aştiyê gavan biavêjin
Tulay Hatîmogullari, ji bo ku pêşiya pêvajoyê vebe û neyê xitimandin, ev peyam da:
“Ji bo ku pêvajo ne xitime, xebatên me hene û pêşniyarên me jî hene.
Divê mekanîzmayeke ku bikaribe xitimandinê derbas bike bê avakirin.
Em li vir bang li berpirsyaran dikin, da ku ji bo aştiyê gavan biavêjin.
Her roja ku gav nayên avêtin, pêşeroja vî welatî dikeve xetereyê.”
Tulay Hatîmogullari: Desthilat hişmendiya jinan tune dihesibîne
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) Tulay Hatîmogullari her wiha bal kişand li ser kuştina jinan û wiha bi dawî kir:
“Di meha derbasbûyî de, 24 jin hatin qetilkirin. Desthilat ji bo jinan, ti polîtîkaya wê ya parastinê tune ye.
Ew hişmendiya jinan tune dihesibîne û jinan dikuje. Jin parastin û budceyê dixwazin.
Berî ku jinek were kuştin, divê berpirsyar bikevin tevgerê.
Felsefe û têkoşîna me jî, Jin, Jiyan, Azadî ye.”