Meclisa Gel a Binara Qendîlê û Komîteya Amadekar a pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Binara Qendilê ragihandin ku, hemû amadekarî li qada pîrozbahiyê bi dawî bûne.
Qada pîrozbahiya Newrozê amade ye û ew li benda beşdarbûna girseyî ya gelê Kurd in.
Meclisa Gel a Binara Qendîlê û Şaredariya Binara Qendîlê, zêdetirî mehekê ye amadekariyên pîrozbahiya Cejna Newrozê dikin.
Hevserokê Meclisa Gel a Binara Qendîlê Aram Husên, têkildarî mijarê wiha got:
"Di 19'ê mehê de, li ser gorên şehîdan dê merasîmek bê lidarxistin.
Di 20'ê mehê de, em ê meşeke bi meşale li dar bixin û agirê Newrozê pêxin.
Di 21'ê mehê de jî, dê pîrozbahiyeke mezin a Newrozê were lidarxistin."
Aram Husên di aliyê siyasî û neteweyî de, tekezî bi girîngiya Newroza îsal kir û wiha domand:
"Çawa ku gelê me piştgirî da Rojava, divê bi heman ruh û hestan jî beşdarî Newroza Qendîlê bibin.
Ji ber ku Newroza îsal cuda ye, ku em li vir di aştiyê de ne û aliyekî din di şer de ye.
Em dixwazin rojeke dîrokî wekî ya Amedê tomar bikin û bêyî cudakariya ol, çand an partiyên siyasî, bi hev re Newrozê pîroz bikin."
Komîteya Amadekar a Newroza Binara Qendîlê, bang li hemû gelê Kurd ê li her çar aliyên Kurdistanê û azadîxwazan dike ku beşdarî pîrozbahiya Cejna Newrozê a Binara Qendîlê bibin.