Ji bo xwedîderketina li navê Kobanê û fermîkirina navê wê di hemû saziyên fermî de, pêngava "Kobanê nasnameya me ye" hat destpêkirin.
Kobanî bi vê yekê diyar dikin ku ew qet qebûl nakin navê Kobaniya wan a berxwedêr bê guhertin û bibe ‘‘Eyn El-Ereb’’ û wê her ji bo vê têbikoşin.
Îbrahîm Mislim: Em ê daxwazên gel ji aliyên peywendîdar re ragihînin
Der barê mijarê de jî, Rêveberê herêma Kobanê Îbrahîm Mislim axivî û got:
"Meseleya guhertina navê bajêr an jî guherandina yekîneya îdarî, ne di destê rêveberiya herêmê de ye."
Her wiha tekez kir ku ew ê hewl bidin van daxwazên gel, ji aliyên peywendîdar re ragihînin.