Hikumeta Nîjeryayê ragihand ku li eyaletên Niger û Kwarayê li dijî komên çekdar operasyonên hevgirtî hatine lidarxistin.
Di encama van operasyonên serkeftî de, bi giştî 308 kesên ku ji bo fîdyeyê dîl hatibûn girtin, ji destê çeteyan hatin rizgarkirin.
Berdevkê Serokkomariyê Bayo Onanuga hûrgiliyên operasyonê parve kirin û diyar kir ku ji kesên hatine rizgarkirin 163 jê di destpêka salê (meha Sibatê) de li gundê Woro yê eyaleta Kwarayê hatibûn revandin.
145 kesên din jî li eyaleta Nigerê ji aliyê çekdaran ve dîl hatibûn girtin. Hate ragihandin ku hêzên ewlekariyê piştî tespîtkirina sîstematîk, avêtine ser kampeke veşartî ya di nava daristana Parka Neteweyî ya Gola Kainjiyê de û dîlgirtî hemû rizgar kirine.
Serokkomarê Nîjeryayê Bola Ahmed Tinubu derbarê mijarê de daxuyaniyek da û pîrozbahî li hêzên ewlekariyê kir.
Tinubu destnîşan kir ku ev çalakî di nava rojekê de bi dawî bûye û weke "operasyoneke mezin a rizgarkirinê" di dîroka welat de cih girtiye.
Hêjayî gotinê ye ku li herêmên bakur û navîn ên Nîjeryayê, çeteyên çekdar bi armanca bidestxistina fîdyeyê gelek caran êrişî gundan dikin û sivîlan direvînin.
Di meha Sibatê de li gundê Woro yê Kwarayê di êrişeke wiha de zêdeyî 150 kesî jiyana xwe ji dest dabûn û bi dehan kes jî hatibûn revandin ku beşek ji wan di vê operasyonê de gihîştin azadiya xwe.