Hate diyarkirin ku li başûrê Libnanê zêdetirî 500 cih hatine hedefgirtin û hejmara kesên ku di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dane, ji hezarî derbas bûye.
Artêşa Îsraîlê îdîa kir ku ji 2’yê adarê ve, di encama êrîşên li ser Libnanê de 700 endamên Hizbulahê hatine kuştin.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Yarbay Nadav Shoshani daxuyaniyek da çapemeniya navneteweyî û wiha got:
“Êrîş bi armanca dabînkirina ewlehiya jîngehên li bakurê Îsraîlê tên domandin.”
Shoshani diyar kir ku armanca operasyonan lawazkirina kapasîteya leşkerî ya Hizbulahê ya li ser xeta sînor û dûrxistina gefa li ser sînor e.
"Zêdetirî 500 hedefên Hizbulahê ji holê hatine rakirin"
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee jî da zanîn ku di encama operasyonan de, zêdetirî 500 hedefên Hizbulahê hatine ji nav birin.
Li gorî daneyên ku roja Çarşemê ji aliyê rayedarên Libnanê ve hatine parvekirin, heya niha di encama êrîşên Îsraîlê de 1094 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3119 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê bîlançoya şer bêyî ku welatiyên sivîl û şervanan ji hev cuda bike, parve dike.