Îsraîl: Dergeha Refehê wê roja çarşemê vebe

Îsraîlê ragihand ku wê dergeha Refehê roja Çarşemê ji bo tevgera sînorkirî ya kesan veke.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Koordînatorê Çalakiyên Hikûmetê li Herêman (COGAT) a Hikûmeta Îsraîlê ku saziya leşkerî ya berpirsiyarê karûbarên mirovî ye, îro ragihand ku dergeha Refahê ya li ser sînorê di navbera Şerîaya Xezeyê û Misirê de wê roja çarşemê vebe.

Dergeha Refahê, ji destpêka şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de hatibû girtin.

Wê ev dergeh roja Çarşemê ji bo tevgera sînorkirî ya mirovan li her du aliyan vebe.

Ji Gulana 2014an û vir ve, ji ber şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de, bi piranî ev dergeh girtî bû.

Her wiha dergeh di destpêka Sibatê de ji nû ve hatibû vekirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye