Netanyahu banga kêmkirina kombûna leşkerî li Nîvgirava Sînayê kir

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, raporek ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re şand, xwestiye ku bandorê li Misrê bike, da ku Misir kombûna leşkerî li Nîvgirava Sînayê kêm bike. Netanyahu dibêje: “Çalakiyên Misirê yên li Sînayê binpêkirinên mezin ên peymana aştiyê ya 1979'an ne”.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 26'ê Adara 1979'an de, Peymana Aştiyê ya Misir-Îsraîlê, hatiye îmzekirin.

Ev peyman, bidawîanîna rewşa şer, avakirina têkiliyên dostane di navbera Misir û Îsraîlê de, destpêkirina danûstandinan ji bo avakirina herêmeke xweser ji bo Filistîniyan li Şerîaya Rojava û Xezzeyê û bicîhanîna tevahî ya Biryara 242an a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dihewîne.

 

Aloziya di navbera Misir û Îsraîlê de gur dibe

 

Aloziya di navbera Misir û Îsraîl de, ji dema êrişa Hemasê ya di 7'ê Cotmeha 2023'an ve, destpê kir.

Îsraîl, dibêje ku Misir hin xalên peymanê binpê kirine.

 

Netanyahu xwest ku xalên peymana 1979'an bên bicihanîn

 

Televiziyona Axios ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, bi raportekê, ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio xwestiye ku bandorê li Misrê bike, da ku Misir kombûna leşkerî li Nîvgirava Sînayê kêm bike.

Axios eşkere kir ku Netanyahu lîsteyek çalakiyên Misirî li Sînayê pêşkêşî Rubio kiriye, di lîsteyê de, binpêkirinên mezin ên peymana aştiyê ya 1979'an, hene.

Di raporê de hate destnîşan kirin ku Misirê hêzên leşkerî ji kotaya xwe ya destûrdayî zêdetir bi cih kiriye û bêndergehên deryayî berfireh kiriye.

 

"Îsraîl van binpêkirinan qebûl nake"

 

Televizyona i24 NEWS ragihand ku Rayederekî Îsraîlî gotiye ku Îsraîl hewl dide peymana aştiyê biparêze û bicihbûna xwe ya li ser sînor neguherîne, lê ew vê rewşê qebûl nake.

Heman Rayederî ji i24 NEWS'ê re diyar kiriye ku çalakiyên leşkerî li Sînayê bi peymana aştiyê ve hatine sînordarkirin û Îsraîl van binpêkirinan qebûl nake.

Rayeder dide zanîn ku Îsraîl niha bi Qahîre û Amerîkiyan re danûstandinan dikin û wiha dibêje:  "Rêveberiya Amerîkayê berpirsiyarê parastina peymana aştiyê ye û pir girîng e ku ev binpêkirin werin sererastkirin û bi tevahî lihevkirin pêk were."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24