Li Çilaxa pêşbirka Hespên Esîl hat lidarxistin

Komeleya hespên esîl a kantona Cizîrê bi hevkariya Yekitiya Cotkaran û Sewalvaniya siwaran, Pêşbirka hespên esîl a 2'yemîn bi beşdariya 60 siwaran li dar xist.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Pêşbirka 2'yemîn a hespên esîl bi tevlîbûna şêniyên herêmê, rûspiyên eşîran û nûnerên Rêveberiya Xweser li Çilaxa hat çêkirin.

Di pêşbirkê de 60 siwar ji hemû kantonên herêmê beşdar bûn.

Siwar li gorî temenên hespan, li 6 geran hatin parvekirin.

Di pêşbirkê de hevserokê TEV-DEM Ebduselam Mehmûd axivî û got: "Peyama pêşbirkê diyarkirina girêdana bi reseniyê û jiyana hevbeş e.

Her wiha bi navê meclisa rêveber a kantona Cizîrê Vîviyan Beho anî ziman ku pêşbirk resenî û dîroka gelên herêmê nîşan dide.

Piştre pêşbaziyê dest pê kir û encama gera yekem û duyem hat diyarkirin.

Di dawiya pêşbirkê de her sê siwarên serkeftî û komîteya amadekar hatin xelatkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye