Lavrov şertê Rûsyayê ji bo plana Tirkiyeyê ya S-400an eşkere kir

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku ew dikarin plana Tirkiyeyê ya firotin an veguhestina pergalên parastina asmanî yên S-400î bo welatekî sêyem binirxînin. Lê belê Lavrov destnîşan kir ku ji bo vê yekê erêkirina fermî ya Moskowê û garantiyên tund ên ewlehiyê pêwîst in.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, di çarçoveya Civîna 81'emîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de li New Yorkê, derbarê plana Tirkiyeyê ya veguhestina sîstemên S-400 de daxuyaniyên girîng dan. Enqere di demên dawî de ji bo ku careke din vegere nav bernameya balafirên şer ên pêşketî (F-35), mijara firotina S-400an ji bo welatekî din xistiye rojeva xwe.

Lavrov diyar kir ku derfet ji bo firotina van sîsteman heye û ew ê her cûre pêşniyaran binirxînin. Lê belê wî destnîşan kir ku bêyî erêkirina Rûsyayê ev veguhestin nabe û got: "Divê welatê ku S-400 distîne welatekî berpirsyar be û têkiliyên dostane bi Moskowê re hebin."

Lavrov mînak da ku hinek welatên Ewropayê çek ji welatên din kirîn û piştre şandin Ûkraynayê, ji ber vê yekê wî tekez kir ku divê dewleta bikire garantî bide ku sîsteman radestî cihekî din nake.

"Ewropa bi xwe amadekariya şer dike"

Lavrov îdiayên ku dibêjin Rûsya dê êrişî Ewropayê bike wekî "bêwate û pûç" bi nav kir û helwesta welatên rojavayî rexne kir û wiha anî ziman: "Niyeta me ya şerê li dijî Ewropayê nîne, lê Ewropa bi xwe amadekariya şerekî li dijî me dike û dibêjin divê heta sala 2030'î amade bin."

Derbarê danûstandinên bi Ûkraynayê re jî Lavrov destnîşan kir ku Rûsya ji hevdîtinan nareve. Wî diyar kir ku aliyên ku dawî li hevdîtinên Stenbol û Ebû Dabiyê (ku Amerîka jî tê de bû) anîne, niha îdia dikin ku Rûsya naxwaze danûstandinan bike. Lavrov her wiha serokê Ûkraynayê wekî kesekî "di bin kontrola tevahî ya Rojava de" pênase kir.

Têkiliyên bi Amerîkayê re û paşxaneya krîzê

Wezîrê Derve yê Rûsyayê behsa têkiliyên di serdema Serokatiya Donald Trump de jî kir û got ku her çend hevdîtinên wan ên birêkûpêk û "pir dostane" hebûn jî, Amerîkayê di wê serdemê de jî polîtîkayeke bi biryar ji bo derxistina Rûsyayê ji aboriya cîhanî meşandiye.

Kirîna sîstemên S-400'î yên Rûsî ji aliyê Tirkiyeyê ve, beriya niha bûbû sedema qeyraneke mezin di navbera Enqere û Washingtonê de û Waşîngtonê Tirkiye ji bernameya hevkariya F-35an derxistibû.

Ev daxuyaniya Lavrov wekî nîşaneya yekem a fermî tê pejirandin ku Rûsya deriyê firotinê bi temamî nagire, lê şertên pir tund datîne da ku sîstem nekevin destê welatên piştgirên Ûkraynayê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye