Li Sûdanê hikûmeteke paralel hate ragihandin

Li Sûdanê di bin serokatiya Hêzên Piştgiriya Lezgîn hikûmeteke paralel hate avakirin. Mihemed Hesen Teaşî weke Serokê Hikûmeta Aştî û Yekîtîyê, Mihemed Hemdan Diqlo jî weke serokê Konseya Serokatîyê hat ragihandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hikûmeta paralel li bajarê Nyala ku bajarê herî mezin ê Darfûrê ye, bi daxuyaniyekî hate ragihandin.

Ev bajêr ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve tê kontrolkirin.

Tayînkirina Mihemed Hesen El Teaşî wekî serokê "Hikûmeta Aştî û Yekîtîyê" ji aliyê vê hêzê ve hate ragihandin.

Bi mijarê ve girêdayî  fermandariya Hêzên Piştgiriya Lezgîn, Mihemed Hemdan Diqlo jî di hikûmeta paralel de ji bo serokatiya "Konseya Serokatiyê" diyar kir.

Têkildarî mijarê çavdêrên siyasî hişyarî dan û destnîşan kirin ku avakirina hikûmeteke paralel ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve wê li Sûdanê nakokiyan kûrtir bike.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24