Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê îşev pakêtek nû ya cezayan a têkildarî Îranê ragihand ku kes, sazî û keştî armanc digire. Ev ceza wekî beşek ji zexta zêde ya Washingtonê li ser Tehran û torên girêdayî Artêşa Pasdarên Îranê û Hizbullahê ye.
Li gorî daneyên hatine ragihandin, ceza 21 kes, 16 şîrket û 10 keştî dihewîne, ji bilî kesên ku Washingtonê gotiye ku bi Hizbullah an Feyleqa Qudsê ya Artêşa Pasdaranên Îranê ve girêdayî ne.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê diyar kir ku ev ceza di çarçoveya kampanyaya “Economic Fury” de ya bi armanca zexta zêd ya aborî li ser Îranê û ziwakirina çavkaniyên fînansekirina aliyên girêdayî wê ye.
Di lîsteyê de kesên ku rêveberiya Amerîkayê dibêje bi Hizbullah û Feyleqa Qudsê ve girêdayî ne, di nav wan de welatiyên Tirkiyê jî hene, wekî beşek ku Washington dibêje wekî hewldanên ji bo hilweşandina torên darayî yên ku Îranê bi hevalbendên wê yên li herêmê ve girêdidin bi nav dike.
Her wiha di nava lîsteyê de kesayetên girêdayî Hizbullah û Feyleq Qudsê di nav de welatiyên Tirkiyê hene.