Li Siwêdayê jinek û bavê wê hatin qetilkirin

Li bazara bajarê Şehba yê Siweydayê jinek û bavê wê hatin qetilkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî malpera Siweyda 24 ku agahiyên xwe dispêre fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, jina bi navê Fatin Şafai Hemza ya 20 salî û bavê wê, di encama gulebaranê de li bazara Siweydayê hatin qetilkirin.

Hêzên ewlekariyê kesê bi navê Sair Tehteh (hevserê berê yê Fatinê) ku êriş pêk aniye, girtin.

Hêzên ewlekariyê di der barê bûyerê de lêkolînan didomîne.

Ev bûyer di demekê de tê ku ji ber nebûna tedbîrên yasayî yên pêşîlêgirtinê û belavbûna berfireh a çekan di nav sivîlan de rêjeyên tawanan li seranserê Sûriyê zêde dibin.

Herî dawiyê jî Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku ji destpêka sala 2025´an ve, hejmara sûcên bi kontrol û kuştinên ku li dijî kesên nenas li parêzgehên cûda yên Sûriyê hatine kirin gihîştiye 320 sûcî.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye