Nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Kirill Dmitriev, got ku Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gotûbêjên avakirinê li Miamî dikin.
Dmitriev wiha da zanîn: "Gotûbêj bi awayekî avaker berdewam dikin.
Me berê dest pê kirbû û van rojan berdewam dikin."
Amerîka serkêşiya diyaloga Rûsya-Ûkrayna dike
Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku Washingtonê ji berîya şeş mehan ve pêşniyar kiriye danûstandinên rasterast di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de werin kirin.
Li Mmiami danûstandinên nû tên kirin
Ev yek wê bi hatina dîplomatan ya Miamiyê ji bo danûstandinên nû, bi armanca bidawîkirina şer be.
Civîna dawî ya fermî ya rasterast di navbera şandeyên Ûkrayna û Rûsyayê di tîrmehê de li Stenbolê bû.
Di encamê de pevguhertina girtiyan çêbû, lê di danûstandinan de tu pêşveçûnek berbiçav derneket.
Alîkarê Putin Ewropa rexne dike
Her wiha alîkarê siyaseta derve ya serokê Rûsyayê, Yuri Ushakov ji rojnamevanan re got:
"Ez piştrast im ku pêşniyarên ku ji hêla Ewropa û Ûkraynîyan ve hatine pêşkêşkirin.
Bê guman belgeyê baştir nakin û ne jî perspektîfên aştiyek mayînde diguherin."