Şerê di navbera Kamboçya û Taylandê de bi hemû dijwariya xwe didome
Hat diyarkirin ku heta niha nêzî milyonek kes ji her du welatan ji cih û warên xwe koçber bûne.
Wezareta Karên Hundir a Kamboçyayê ragihand ku ji ber êrişên F-16’ê yên Taylandê, 518 hezar kes li Kamboçyayê û 400 hezar kes jî li Taylandê bê cih û war mane.
Li gorî daneyên fermî; 22 kes li Taylandê, 19 kes jî li Kamboçyayê jiyana xwe ji dest dane.
Kamboçyayê ragihand ku hîn jî êrişên Taylandê dewam kirin.
Herdu welat li ser hin herêmên ku di dema mêtingeriyê de sînor wan hatine xêzkirin, li hev nakin.
Di meha Tîrmehê de bi dirêjiya pênc rojan şer qewimî bû.
43 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew hêvî dike, herdu welat heta roja duşem an jî sêşemê agirbestê ragihînin.
Di vê navberê de Çînê di çarçoveya hewldanên xwe yên navbeynkariyê de nûnerê xwe yê taybet ê ji bo Asyayê, Deng Xijun şand Kamboçya û Taylandê.
Nûnerê Çînî bi Serokwezîrê Kamboçyayê Hun Manet re hevdîtin kir û banga agirbestê kir.
Taylandê li Kamboçyayê gazînoyek ku leşker dihewandin bombebaran kir
Tevî van daxuyaniyên jî, lê şerê navbera aliyan de didome.
Balafirên şer ên Taylandî îro êrîşeke asmanî li dijî gazînoyekê Kamboçyayê pêk anîn.
Ev êriş bi îdiaya ku gazîno ji hêla leşkerên Kamboçyayê ve tê bikar anîn, hat hedefgirtin.
Hêza Hewayî ya Qraliyeta Taylandî ragihand ku du balafirên şer ji baregeheke li Tratê rabûn û êrîş li ser keleheke li Kamboçyayê pêk anîn.
Tevgera leşkerên yên Kamboçyayê, veguhestina çekên giran ji bo deverên nêzîkî sînor nîşan dida.
Taylandê wekî gefek rasterast li ser ewlehiya welatê xwe bi navkir û mudaxeleya hewayî hewce dît.
Medyayeke Kamboçyayî ragihand ku di êrîşa hewayî ya Taylandê de avahiyên bazirganî yên taybet û dibistanek seretayî hatiye bombebaran kirin.
Dîsa hat ragihandin ku pevçûn li herêmê hîna berdewam dikin.