Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamevanan hate rakirin

Danişîna doza 5 rojnamevanên ku bi hinceta protestokirina qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hatibûn girtin, hat lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, dema geşedanên li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopandin, bi SÎHA’yên dewleta Tirk hatibûn qetilkirin.

Qetilkirina rojnamevanan, li Stenbolê bi çalakiyekê hatibû protestokirin.

Di dema çalakiyê de Zeynep Kuray, Mahsum Saglam, Pelîn Laçîn, Yadîgar Aygun û Yagmûr Fîlîz hatibûn binçavkirin û der heqê wan de bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan a bi hejmar 2911” doz hatibû vekirin.

Danişîna doza rojnamevanan li 39’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê hat lidarxistin. Rojnamevan û parêzerên wan di danişînê de amade bûn.

Dadgehê, biryar da ku tevdîra kontrola edlî ya rojnamevanan were rakirin û danişîn taloqî 8’ê Gulana 2026’an kir.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye