Turmp roja sêşemê di postekê de li ser platforma xwe ya “Truth Social” gefa hilweşandina Îranê nû kir û wiha axivî:
“Heke lihevkirinek ji bo bidawîkirina pevçûnê neyê çêkirin, dê şaristaniyek bi tevahî îşev bimire û careke din venegere”.
Her wiha Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance jî got ku Amerîkayê piştrast e ku ew hîn jî dikare bersivekê ji Îranê berî dema diyarkirî ya roja Sêşemê werbigire.
Îran: Eger rewş ji kontirolê derkeve em ê tengava Bab El-Mendebê jî bigrin
Li gorî Reutersê jî, çavkaniyeke payebilind a Îranî ragihand ku eger rewş ji kontrolê derkeve, dê Tengava Bab El-Mendebê bi rêya alîgirên xwe yên li herêmê bigire.
Wall Street Journal: Îranê têkiliyên rasterast bi Washingtonê re qut kir
Rojnameya Wall Street Journal jî belav kir ku Îranê di bersiva gefên Trump ên ji bo tunekirina şaristaniya Îranê de, têkiliyên rasterast bi Washingtonê re qut kir.
Her wiha heman çavkaniyê diyar kir ku pêngava Amerîkayê hewlên ji bo gihîştina rêkeftinekê beriya dema diyarkirî ya Trump cemidand û wiha hat eşkere kir:
"Gotûbêj di navbera Îran û Amerîkayê de bi rêya navbeynkaran berdewam dikin".
Li aliyekî din jî, li gorî ku Reutersê belav kir, 2 çavkaniyên Pakistanî jê re gotine ku hewlên hêsankirina danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de hîn jî didomin.