Di maça destpêkê de, taximê Atletico Madrid li staduma xwe Metropolitano mazûvaniya taximê Club Brugge dike.
Di hefteya borî de Atletico Madrid û Club Brugge di maça yekem de hatin beramberî hev.
Maç bi wekheviya 3-3 bi dawî bû di maçê de herdû taxima hewdanên baş nîşan dan.
Lîstikvanên ku gol di maçê de anîn, ev in:
Lîstikvanê Atletico Madrid:
Julian Alvarez di deqeya 8'an de ji penaltî.
Ademla Lokman di deqeya (45+4'an de).
Joel Ordenez di deqeya 79'an de bi şaştî gol di taximê xwe de anî.
Lîstikvanê Club Brugge:
Raphael Onyedika di deqeya 51'emîn de.
Nicolo Tresoldi di deqeya 60'î de.
Hristos Colis di deqeya 89'an de.
Taximên ku wê îşev werin beramberî hev, ev in:
Taximê Atletico Madrid li hemer taximê Club Brugge di saet 20:45'an de.
Taximê Newcastle United li hemer taximê Qarabag di saet 23:00'an de.
Taximê Bayer 04 Leverkusen li hemer taximê Olimpiakos di saet 23:00'an de.
Taximê Inter Milan li hemer taximê Bodø/Glimt di saet 23:00'an de.
Encama van maçan wê diyar bike ku wê kî derbasî gera 16'an a Champions League bibe.