Li Hindistanê Şirûba Kuxikê bû sedema mirina 9 zarokan

Li Hindistanê ji ber şirûba kuxikê, herî kêm 9 zarokan jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Federal a Hindistanê, di testên laboratûwarê de jehreke bi navê "dietilen glikon DEG" di cûreke şirûbên kuxikê de hate dîtin, ku bi rêjeyeke kêm jî dikare bibe sedema mirinê.

Şirûb li eyaletaTamil Nadu ji aliyê fîrmaya Sresan Pharma ve hatiye çêkirin.

Li eyaleta Madhya Pradeshê firotina şirûbê bi temamî hate qedexekirin.

Ew 9 zarokên ku mirine temenê wan kêmî 5 salî bû.

Serokwezîrê Eyaletê Mohan Yadav ragihand ku hem şirûb hem jî berhemên din ên fîrmayê hatin qedexekirin.

Tamil Nadu û Rajasthan jî heman berhem qedexe kirin.

Di salên dawî de, şirûbên kuxikê ên ku li Hindistanê têne çêkirin, li seranserê cîhanê bûn mijar, ji ber ku gelek caran bûn sedema mirina zarokan, di sala 2022an de li Gambiya bû sedema mirina zêdetirî 70 zarokan.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24