Beqayî: Amerîka dest ji daxwazên xwe yê tundrew bernade

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî, got ku ji ber Amerîka dest ji daxwxazên xwe yên Tundrew bernade, dan û standinên di navbera wan de bê encam mane.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dan û standinên Amerîka û Îranê bi navbeynkariya Pakistanê didomin.

Tevlî vê yekê, û rawestandina demkî ya şer jî, heta niha her du alî negihiştine rêkeftinekê.

Di derbarê vê yekê de, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî axivî.

Îsmaîl Beqayî, di konfranseke rojnamevanî de got: “Ji bo Amerîkayê zehmet e ku dev ji daxwazên xwe yên tund berde, û da zanîn ku ji ber vê yekê hewldanên dîplomatîk ên ji bo bidawîanîna şer, giran diçin.

Her wiha Beqayî, diyar kir ku wan bersiva Amerîkayê bi rêya Pakistanê girtiye û wiha lê zêde kir:

“Em hîn jî bi aliyekî re rû bi rû ne ku bi berdewamî helwestên xwe diguherîne û pirsgirêkên ku di pratîkê de dê her pêvajoyek dîplomatîk asteng bikin, derdixe holê”.

Her wiha Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, destnîşan kir ku pirsgirêkên ku di derbarê dewlemendkirina uranyûmê de têne raberkirin, ne rastin û wiha eşkere kir:

“Îran di vê qonaxê de, ji bilî rawestandina tevahî  û bidawîanîna şer tiştekî din naxweze”.

Duh jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew pêşniyara nû ya Îranê red dike.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye