Li Amedsporê dabeşkirina peywiran hat diyarkirin

Amedspor ku di sezona nû de bi armanca Sûper Lîgê xebatên xwe didomîne, di nav lijneya rêveberiyê de parvekirina erkan hat zelalkirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Belavkirina peywiran di rêveberiya nû ya bi serokatiya Nahît Eren de temam bû.

Piştî kongreya awarte, dabeşkirina erkên lijneya rêveberiyê ya nû ya Amedsporê hate eşkerekirin.

Nahît Eren serokê klûbê ye, Şengûl Saruhanoglu jî wekî cîgirê serokê klûbê hate erkdarkirin.

Talip Sûmbûl wekî Cîgirê Serokê Karên Darayî û Narin Nadirova wekî Cîgira Serokê Têkiliyên Derve, Pêşveçûna Navneteweyî û Têkiliyên Giştî hate erkdarkirin.

Songûl Bayram Alak bû serokê Şaxên Werzîşê yên Jinan, Ahmet Ûlmez bû Alîkara Seroka Binesazî û Stadyumê, Melîh Nazlican Alîkara bû Serokê Karên Bazirganî û Mehmet Reşit Akil bû Cîgirê Serokê Kar û Projeyan.

Nîmet Taş wekî sekreterê giştî hat erkdarkirin

Dema ku Nîmet Taş dê wekî Sekreterê Giştî yê klûbê kar bike, Mûlkiye Yekza İnanir jî dê wekî Endamê Muhasebeyê kar bike. 

Eser Sonmez, Îrem Îlhan, Raperin Akengin û Helin Tapanci weke Endamên Lijneya Berpirsiyarên Karên Hiqûqî hatin erkdarkirin.

Di beşa Medya û Ragihandinê de Emel Îzgi Demîr û Eser Sonmez beşdar bûn. 

Endamên lijneya rêveberiyê yên ji têkiliyên derve û pêşveçûna Navneteweyî Serhat Demir û Bişar Duran hatin erkdarkirin.

Ji bo endamên lijneya rêveberiyê yên ji têkiliyên giştî jî Mîthat Çîftçî û Mahmut Arslan hatin erkdarkirin.

Bengî û Amed ji bo Federasyona Futbolê ya Tirkiyê û UEFA'yê hatin erkdarkirin

Bengî Berfin Odabaşi û Amed Ulug ji bo têkiliyên bi Federasyona Futbolê ya Tirkiyê û UEFAyê re wekî endamên lijneya rêveberiyê hatin erkdarkirin.

Endamên ji têkiliyên alîgiran, Hadî Yakişan, Helin Tapanci û Ahmet Budakçı hatin erkdarkirin.

Di klûbê de Amed Ulug û Mehmet Akîf Savaş ji bo yekîneya Jîrekiya Çêker, Dane û Veguherîna Dîjîtalê hatin erkdarkirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye