Komîsyona lêkolînê ya Sûriyê rapora xwe weşand

Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY), piştî serdana parêzgehên Hums, Quneytîra, Şam, gundewarê Şamê, Heleb, Reqa û Hesekê kiribû, raporek belav kir. Di raporê de pêşketina di amadekirina qanûna dadmendiya veguhêz de û destpêkirina dadgehkirinên têkildarî binpêkirinên qonaxa berê, bi erênî hat wesifkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) di navbera 1-7‘ê tîrmehê de serdanek li Sûriyê pêk anîbû.

Bi rayedarên hikûmetê Sûriyê, nûnerên civaka sivîl û qurbaniyên binpêkirinên mafên mirovan re hevdîtin kiribûn.

Komîsyonê piştî serdana parêzgehên Sûriyê rapora xwe weşand û banga lezgîn a çareserkirina nakokiyan kir.

Di raporê de hat diyar kirin ku darizandinên adila ne dê pêk werin û berpirsên bûyerên li peravê û Siweydayê werin muhasebekirin.

Komîsyonê di heman demê de girîngiya rêgirtina li ber gotinên nefretê û parastina azadiya derbirînê destnîşan kirin.

Bal kişand ser kuştinên li Humsê têne kirin û diyar kir ku divê lêkolîn bên kirin.

Têkildarî Quneytîrayê îşaret bi tevgerên Îsraîlê hat kirin û fikarên xwe ji bo rewşa koçberên li hin kampên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî Kampa Roj anîn ziman.

Komîsyona Lêkolînê îşaret bi rewşa Efrînê jî kir ku rewşa ewlehiyê li gorî berê baştir bûye.

Bang li Hikumeta Vehuhêz ya Sûriyê kir ku hewldanên vegera dilxwaz, ewle, ya hemû koçberan, hêsan bike.

Têkildarî Hesekê jî ev tişit got ku hevdîtin bi aliyan re pêk anîne.

Her wiha îşaret pê kir ku zêdetirî hezar şervanên ku di Çileyê de dîl hatibûn girtin, hatin berdan.

Komîsyonê Lêkolînê ji Hikumeta Vehuhêz ya Sûriyê xwest ku hewldanên diyarkirina aqûbetê û cihê nêzî 800 kesên din eşkere bike.

Komîteyê di dawiyê de destnîşan kir ku wê şopandina van dosyayan bidomînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye