li Himsê bi pileya 4,1 erd hejiya

Li bajarê Himsê yê Sûriyeyê saet 05:31ê erdhejeke bi hêza 4,1 pileyan çêbû.

reset font size increase font size

Li gorî malpera Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) navenda erdhejê bajarê Himsê bûye.

Hat diyarkirin ku erdhej di kûrahiya 5,96 kîlometreyan de pêk hatiye.

Li ser hebûn an nebûna xisaran ti agahî nehatiye dayîn.

Herî dawî di 6ê Sibata 2023an de li bajarên weke Heleb, Îdlib, Lazqiye, Tartus û Hema gundewarên wan erdhej pêk hatibû. 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24