Her çiqas qonaxa yekem a peymana agirbesta Xezeyê di 10'ê Cotmehê de dest pê kir, lê tewanbarkirina di navbera Îsraîl û Hemasê de berdewam e.
Herî dawiyê jî rayedarekî payebilind ê Îsraîlî, Hemas bi astengkirina radestkirina cenazeyên 13 dîlên mayî tawanbar kir.
Rayedarekê Îsraîlî destnîşan kir ku Tevgera Hemasê pêkanîna agirbestê dirêj dike û got: "Hemas ji qonaxa duyemîn a peymanê dûr dikeve ji ber ku jê tê xwestin ku çekên xwe deyne. Hemas cenazeyên 8 rehîneyan digire, lê cihê pêncên din nas nake."
Erdogan: Hemas pabendî peymanê ye lê Îsraîl wê binpê dike
Di demekê de ku hewlên Amerîkayê ji bo qonaxa duyemîn a peymana agirbesta Xezeyê zêde bûne.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji Amerîka û welatên din xwest ku hewlên mezintir bike û zextê li Îsraîlê bike da ku dev ji binpêkirina peymanê berde û wiha lê zêde kir:
''Hemas pabendî peymanê ye, lê Îsraîl wê binpê dike''
Trump: Îsraîl wê şerîaya rojava tevlî sînorên xwe neke
Ji aliyê xwe ve jî, Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, ji bo domandina pêşketina peymana agirbesta Xezeyê ya di navbera Îsraîl û Hemasê de, serdana Îsralê dike.
Marco Rubio tekez kir ku ji bo domandina pêşketina di peymana agirbesta Xezeyê, xebat berdewam dike.
Rubio di hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu re li Orşelîmê got:
"Em ji hêza xwe ya derbaskirina dijwarîyên têkildarî peymana Xezeyê bawer in."
Rubio zêde kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump pêkanîna peymana Xezeyê dide pêşiyê.
Li aliyekî din jî, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, tekez kir ku Îsraîl wê Şerîaya Rojava tevlî sînorên xwe neke.