Kiliçdaroglu: Derdê wan ne yekîtî, partiyeke nû ye

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, li navenda giştî ya partiya xwe, civîna rêveberiyê li dar xist. Hat gotin ku di civînê de nirxandina ‘‘derdê wan ne yekîtî ye, partiyeke nû ye’’ hat kirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Piştî îstîfayên CHP’ê yên Meclisa Parlamentoyê, civîna CHP’ê bi 30 kesan pêk hat.

Berî niha, ji ber ku 28 endamên CHP’ê îstîfa kiribûn, di Meclisa Parlamentoyê de 30 kes mabûn.

Li gorî çavkaniyan, tê gotin ku di civînê de hin endaman pêşniyara kongreyê kiriye. 

Her wiha pêvajoya dîsîplînê jî hatiye rexnekirin. 

Di civînê de biryara kongreya ku dîroka wê ne diyar e, hatiye girtin. 

Ji bo wê, dê li benda biryara teqezkirina dadgehê bimînin. 

Di civînê de, Alî Oztunç, Gursel Erol, Mehmet Tum, Yaşar Seymen û Oguz Kaan Salici nêrîna xwe ya ‘‘kongreya awarte’’ pêş xistin. ( dimen fot peyda bike)

Bahçelî Ozel û Kiliçdaroglu rexne kirin 

Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, di hevpeyvîneke xwe de ya li ser polîtîkayên navxweyî û derveyî yên Tirkiyê, hin nirxandin kirin. 

Bahçelî destnîşan kir ku aloziya di nava CHP’ê de, bi awayekî neyînî bandorê li dewlet û gel her duyan dike. 

Devlet Bahçelî

Serokê Giştî yê MHPê

Bahçelî wiha got:

"Birêz Kemal Kiliçdaroglu û birêz Ozgur Ozel bi gotin û çalakiyên xwe, dîmenên li gorî berpirsyariyên dîrokî yên CHP’ê pêş naxin.

Bi helwest, nêrîn û şêwazan bi kar tînin, sosyolojiya xwe di nava xwe de qut dikin.

Her çendî dem dema yekîtiyê be jî, pêvajoya demê bi gavên berbiçav ên parçebûnê teşe digire."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye