Artêşa Îsraîlê êrîşên xwe li ser Libnanê didomîne

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan "dest bi rêze êrîşan li dijî hedefên Hizbulahê li çend deverên başûrê Libnanê kirine. Artêşê ji şêniyên 4 gundên li başûrê Libnanê xwest ku gundên xwe vala bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Êrîşên Îsraîlê li ser Libnanê berdewam dikin.

Ofîsa çapemeniyê ya artêşa Îsraîlê, îro bi daxuyaniyekê ragihand ku wan "dest bi rêze êrîşan li dijî hedefên Hizbulahê li çend deverên başûrê Libnanê kirine."

Ev yek di demekê de hat ku, berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee di posteke li ser Xê de, hişyarî da niştecihên 4 gundên başûr û ji wan xwest ku gundên xwe vala bikin.

Avichai Adraee ji wan xwest ku bi tevahî ji malên xwe derkevin.

Adraee got ku herî kêm 1,000 metreyî ji gund û bajarokan dûr bikevin û biçin deverên vekirî.

Di encama êrîşên Îsraîlê de 20 kes hatin kuştin û 46 jî birîndar bûne

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê jî, duh ragihand ku di 24 saetên borî de, tevî agirbestê jî, di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê Libnanê de, herî kêm 20 kes hatine kuştin û 46 kesên din jî birîndar bûne.

Her wiha peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hizbulahê de, di 17ê nîsanê de dest pê kir.

Dûvre, piştî hevdîtinên rasterast ên di navbera balyozên her du welatan de li Washingtonê, agirbest hate dirêjkirin.

Hate gotin ku artêşa Îsraîlê êrîşên xwe berdewam dike, bi taybetî li ser başûrê Libnanê, û bi dehan gund û bajarok wêran kirine.

Di vê navberê de, Hizbulahê roket û balafirên bêmirov ber bi bakurê Îsraîlê ve avêtine, û ji bo dûrxistina leşkerên Îsraîlê Hizbulahê li başûrê Libnanê êrîş pêk anîn.

Îsraîl û Hizbulah, bi binpêkirina peymana agirbestê hev du tawanbar dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye