Amerîkayê hemû balafirên bombeavêj yên B-1 Ji baregeha Fairford A Brîtanyayê vekişandin

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), piştî eşkerebûna planên êrîşên terorîstî yên gumanbar û girtina çend kesan li nêzîkî baregehê, biryareke bilez da û 12 balafirên xwe yên bombeavêj yên stratejîk B-1 Lancer ji baregeha hewayî ya keyatî ya RAF Fairford a Brîtanyayê ber bi navxweya Amerîkayê ve veguhestin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) di daxuyaniyekê de piştrast kir ku ji ber parastina ewlehiya operasyonan, tevahiya balafirên bombeavêj yên Amerîkî yên li baregeha Fairford (li bakurê rojavayê Londonê) hatibûn bicihkirin, ji nû ve li baregehên wan ên serekî yên li Dewletên Yekbûyî hatine belavkirin.

Ev biryara lezgîn piştî wê yekê hat ku rayedarên Brîtanî şeş kes (di nav de welatiyekî Brîtanî-Îranî) bi gumana amadekarî û plankirina kiryarên terorîstî li nêzîkî baregehê desteser kirin.

Li gorî raporên ku ji çavkaniyên ewlehiyê yên Amerîkayê hatine veguhastin, planeke girêdayî Îranê hebû ku armanca wê lêdana balafir û personelên leşkerî yên Amerîkî bû li ser xaka Brîtanyayê. Baregeha RAF Fairford di mehên borî de wekî navendeke serekî ji bo firîna balafirên bombeanvêj yên Amerîkayê ji bo pêkanîna derbeyan li dijî hedefên li Îranê dihat bikaranîn.

Her çend zanyariyên hûrgulî yên operasyonê nehatibin eşkere kirin jî, Pentagonê ragihand ku ev balafir ji bo her wezifeyeke dûrdirêj ji navxweya Amerîkayê amade ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye