Xwendekarên Zanîngeha Kobanê îro ji bo parastina saziyên xwe yên akademîk daketin qadan û nerazîbûneke mezin li dijî biryar û pêşniyarên Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê raber kirin. Nûçegihanê me ji Kobanê ragihand ku xwendekaran bi yek dengî daxwaz dikin ku hemû fakulte, sîstema perwerdeyê û pêkhateya akademîk a li Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Rojava wek xwe werin parastin û tu guhertin li ser neyê ferzkirin.
Ev çalakî piştî nîqaşên wezaretê yên li ser mekanîzmaya entegrasyonê pêk hat; xwendekar destnîşan dikin ku hewldanên guhertina statûyê dê zirarê bide paşeroja wan a zanistî û mafên wan ên perwerdehiya xweser.