Yekemîn atmosfera tije helyum hat dîtin

“Gelo li derveyî cîhanê jiyan heye?” Ev pirs ji bo mirovahiyê guncaniya xwe diparêze. Di cîhana zanistî de pêşveçûnek balkêş pêk hat. Lêkolîneran, cara yekem atmosfera gerstêrkeke mîna cîhanê; ku derveyî pergala me ya rojê ye, tespît kirin. Her çend ev keşf hîn jî bersiva pirsa "Gelo li derveyî cîhanê jiyan heye?" nede jî gaveke girîng e.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Astronom li ser pergala derveyî cîhana me keşfên nû, lêkolînîn nû û balkêş derdixînin holê.

Lêkolîna nû ya balkêş jî di derbarê gerstêrka LHS 1140 b de ye.

Di pêşengtiya Zanîngeha Harvardê de li ser gerstîrka bi navê LHS 1140 b lêkolîn tê kirin.

Li gorî vê lêkolînê ev gerstêrk 48 salên ronahiyê dûrî cîhanê ye.

LH 1140 b, dora stêrkeke biçûk a sor (red dwarf) dizivire ku ji Rojê piçûktir û sartir e.

Taybetmendiya wê ya herî berbiçav ew e ku li nava herêma "jiyan mûmkûn e", cih digire

Ev herêm, ku di nav zanyaran de wekî "herêma Goldilocks" tê naskirin, ji bo jiyanê krîtîk tê dîtin.

Lêkolîneran ji bo cara yekem atmosfera li dora vê gerstêrkê, rasterast tespît kirin.

Heta niha, tenê xaza helyûmê di atmosferê de hatiye naskirin.

Helyûm bi serê xwe ne delîla jiyanê ye, lê zanyar bawer dikin ku xazên din jî di tebeqeyên jêrîn ên atmosferê de hebin.

Jiyaneke alternatîf ne teqez be jî hêvî zêde dibe

Heta niha zêdetirî 6,000 gerstêrkên derveyî pergala rojê hatine keşfkirin.

Lêbelê, ev keşf derdikeve pêş.

Ji ber ku ew cara yekem e li ser gerstêrkeke zinarî ya li herêma ku "jiyan mûmkûn e", atmosfer tê tespîtkirin.

Nivîskarê sereke yê lêkolînê, Dr. Collin Cherubim, ev dîtin wekî "qonaxeke girîng" pênase kir.

Lêkolîn di kovara Science de hat weşandin.

Lêkolîner dibêjin, armanca wan a niha ew e ku pêkhateya vê atmosferê bi hûrgilî vekolin û li şopên buhara avê yan xazên din ên têkildarî jiyanê bigerin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24