Li Îranê 4 cihên mîrata cîhanî zirar dîtine

Ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê ve, gelek şûnwarên dîrokî li Îranê zirar dîtine. Wezîrê Derve yê Îranê Abas Eraqçi di derbarê vê mijarê de bêdengiya UNESCOy'ê weke neqebûlkirinekê binav dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Abas Eraqçi diyar kir ku Îsraîl cihên dîrokî yên li Îranê bombebaran dike, ku dîroka hin ji wan vedigere sedsala 14'an.

Rêveberê Navenda Mîrata Cîhanî ya UNESCO'yê Lazar Alondo Osomo, ragihand ku 29 cihên Mîrateya Cîhanî yên li Îranê çar ji wan zirar dîtine.

UNESCO'yê bang kir ku cihên girîng ên çandî bên parastin.

Rêveberê Giştî yê Sererastkirina Avahiyan û Cihên Dîrokî yên Mîrateya Çandî, diyar kir ku "Mertalê Şîn" ji bo parastina wê avakirine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye