Îro beşa yekem a petrola Kerkûkê ber bi Bendera Ceyhanê ve hat şandin

Piştî lihevkirina di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê li ser hinardekirina Petrolê de, îro beşa yekem a petrola Kerkûkê bi rêya boriya petrolê ber bi Bendera Ceyhan a Tirkiyê ve hat şandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî peymana roja sêşemê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, petrola Kerkûkê careke din ber bi bazarên cîhanî ve hat şandin.

 

Îro di seat 06:30'an de, beşa yekem a petrola Kerkûkê bi rêya boriya petrolê ya Başûrê Kurdistanê ber bi Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê ve hat şandin.

 

Rêvebirê pargîdaniya Petrola Bakur diyar kir ku dê di rojên pêş de kapasîteya hinartina petrolê bê zêdekirin.

 

 

"Dê rojane 250 hezar bermîl petrol bê şandin"

 

 

Rêveberê pargîdaniya Petrola Bakur Amir Xelîl li ser mijarê axivî û got:

 

"Piştî li hev kirinê me dest bi karkirina Wêstgeha Saralûyê kir.

 

Ev kar bi serpereştiya rasterast a Alîkarê Wezîr ê ji bo Kar û Barên Derxistinê û bi hevahengiya Wezareta Çavkaniyên Xwezayî hat kirin."

 

Amir Xelîl li ser qebareya petrolê jî ev agahî dan:

 

"Armanca me ew e ku rojane nêzîkî 250 hezar bermîlan petrol ber bi Wêstgeha Pêşabûrê ve bê şandin da ku ev petrol bigihêje Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê."

 

Hinartina petrola Kerkûkê di demekê de ye ku ji ber şerê Îsraîl û Amerîkayê yê bi Îranê re, hinartina petrola Îraqê ya bi rêya deryayê sekiniye.

 

Sekinîna hinartinê ji bo Îraqê bûye pirsgirêkeke mezin.

 

Ji ber ku Îraq ji sedî 92 dahata xwe ji petrolê bi dest dixe.

 

 

"Me ev pêvajo bi awayekî serkeftî bi cih anî"

 

 

Nûnerê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê Beroj Ezîz jî li ser pêvajoyê wiha got:

 

"Me bi hevahengiya Bexdayê ev pêvajo bi awayekî serkeftî bi cih anî da ku rewşa darayî ya welêt zindî bibe."

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye